Rûniştineke giftûgoyî li Kobaniyê hate lidarxistin

Rûniştineke giftûgoyî li Kobaniyê hate lidarxistin

Welat TV - Hewlêr

Rûniştineke giftûgoyî li Kobaniyê hate lidarxistin tê de aliyên hikûmî guh da gilî û daxwazên xelkê deverê.

Îro rêveberiya devera Kobaniyê bi hevkarî li gel yekîneya piştgiriya seqamgîriyê, rûniştineke giftûgoyî li dar xist.

Di rûniştinê de, endamê Encûmena Gel Ferhad Şahîn, Rêveberê Devera Kobaniyê Ibrahîm Mislim, rêveberê ewlehiya navxwe li deverê Mecdidîn Şêx, berdevkê Wezareta Navxwe Nûredîn Ehmed, û serokê encûmena rêveberiya rêxistina yekîneya piştgiriya seqamgîriyê Munzir Selal beşdar bûn.

Rêveberiya devera Kobaniyê di daxuyaniyekê de ragihand ku di civînê de, xelkê gilî û daxwazên xwe pêşkêş kirin û pêwîstiyên wan ji nêzîk ve hatin şopandin.

Li gorî daxuyaniyê, ev civîn ji bo bihêzkirina peywendiya rasterast di navbera xelkê û rêveberiya deverê de û bicîkirina daxwazên wan e.