Hesekê.. Hejmareke kes bûne qurbaniyên bûyerên çûnûhatinê
Welat TV - Hewlêr
Hejmarek kes di bûyerên çûnûhatinê de li ser rêya Hesekê - Amûdê û li ser rêya Tiwêna li gundewarê Hesekê birîndar bûn.
Jêderên xwecihî da zanîn, li ser rêya di navbera Hesekê û Amûdê li nêzîkî çarêya Çaxir Bazar du otombîlan li hev da, di encamê de hejmarek kes birîndar bûn.
Li ser rêya Tiwêna li rojavayê gundewarê Hesekê, bûyerek çûnûhatinê çêbû, li gorî zaniyariyên Welat TV di wê bûyerê de jî ciwanek û jinek bi giranî birîndar bûne.
Li gorî tîmên peywendîdar, ajotina bilez û bikaranîna telefonê di dema ajotinê de serbarî xerabûna rewşa rêyan dibin sedemên van bûyeran û gelek bûyerên din li devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê di vê dema dawiyê de rû dane, tê de bi dehan kes bûne qurbanî.