Balafirxaneya Qamişlo di demeke nêzîk de dikeve di xizmetê de
Welat TV - Hewlêr
Serokê Desteya Giştî ya Balafirvaniya Sivîl û Veguhestina Esmanî ya Sûriyê Umer Huserî ragihand, ku karên nûjenkirin û amadekirinê li balafirxaneya Qamişlo ya Navdewletî gihiştine qonaxên dawiyê, û nêzîk balafirxane vedigere kar.
Huserî got, ev yek jî gaveke nû ye di çarçoveya dubarebihevgirêdana tevaya parêzgehên Sûriyê bi tora veguhestina esmanî ve, û bihêzkirina bihevgirêdana navxweyî û herêmî, ku xizmeta xelkê parêzgeha Hesekê û devera rojhilatî bike.
21ê Sibata bûrî, hikûmeta Sûriyê bo qonaxa veguhêz balafirxaneya Qamişlo ya navdewletî, di çarçoveya bicîkirina rêkeftina 29ê Çileyê de, ji HSDê wergirtibû, û pişt re karên dubarenûjenkirinê dest pê kir.