Elmanya.. Partiya AFD serkeftineke mezin di hilbijartinên Sachsen-Anhalt bi dest xist
Welat TV - Hewlêr
Partiya AFD a rastgir a tundrew serkeftineke mezin di hilbijartinên parlamena Wîlayeta Sachsen-Anhalt a Elmanya de bi dest xist ,li gorî çavdêran, bi serkeftina vê partiyê metirsî li ser doseya penaber û koçberan derketin holê.
Duh hilbijartinên parlamana Wîlayeta Sachsen-Anhalt bi rê ve çûn, partiya AFD a rastgir bi rêjeya 43.8 ji sedî bi ser ket û 29 kursî ji koka 83 kursiyên perlemana wîlayetê bi dest xistin, Partiya CDU jî ku partiya şêwirmendê Elmanya Frêdrêş Mêrts e, vegeriya pileya duyem bi rêjeya 17.2 ji sedî.
Serkeftina Partiya AFD di van hilbijartinan de weke gefekê li ser aramiya hikûmeta Fedral, tê şirovekirin, hevdemê vê yekê jî metirsiyên li ser hebûna Penaber û koçberan zêde dibin, ji ber ku programa vê partiyê tekeziyê li ser bilezkirina proseyên dersînorkirinê dike.
Tebaxa bûrî, Seroka AFD ragihandibû, eger partiya wê bigihe desthilatê dê nêzîkî milyonek û 300 hezar penaberên Sûriyê vegerîne welatê wan.