Şeybanî: Me mafên rewa yên Kurdan vegerandin piştî salên dirêj ji paşguhkirinê

Şeybanî: Me mafên rewa yên Kurdan vegerandin piştî salên dirêj ji paşguhkirinê

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Derve yê Sûriyê Es´ed Şeybanî îro beşdarî di civîna Wezîrên Derve di çarçoveya karên gera 166an a Ecûmena Komkara Erebî de li Qahîrayê payetexta Misrê kir û da zanîn ku wan mafên Kurdan yên rewa vegerandin piştî salên dirêj ji paşguhkirinê.

Şeybanî gotinek di civînê de pêşkêş kir, tê de got wan projeyên parçekirina Sûriyê têk dan û wan bi awayekî aştiyane doseya bakurê rojhilatê Sûriyê çareser kir û saziyên hikûmetê vegeriyan deverê her weha mafên rewa yên Kurdan vegerandin piştî salên dirêj ji paşguhkirinê.

Es´ed Şeybanî da zanîn jî ku ew kar dikiin ji bo tevlîbûna Siwêdayê di nava saziyên hikûmetê de û komkirina çekan di destê dewletê de mafekî serwerî ye.

Di gera 166an a Ecûmena Komkara Erebî de, pêşhatên deverê, êrîşên Îranê ser hejmarek welatên Erebî, êrîşên Israîlê li Filestîn, Libnan û Sûriyê û mijarên ewlehiya netewî ya hevbeş, hatin gotûbêjkirin.