Komîta lêkolînan a navneweyî: Karên Israîlê li Sûriyê tawanên cengî ne
Welat TV - Hewlêr
Komîta lêkolînan a navneweyî ya taybet bi karûbarên Sûriyê got ku karên Israîlê li Sûriyê dike tawanên cengî ne.
Îro Komîta lêkolînan a navneweyî ya taybet bi karûbarên Sûriyê ragihand ku, karên Israîlê li Quneytira û Der´ayê bandoreke xerab li dubareavakirina Sûriyê dike.
Komîta navneweyî diyar kir ku, Israîlê 49 zarok li ser xaka Sûriyê giritne û bo Israîlê veguhestine.
Komîtê da zanîn jî ku, karên ku Israîl li Sûriyê dike tawanên cengî ne û binpêkirine ji serweriya Sûriyê re her weha nayên qebûlkirin û divê were rawestandin.
Ji dema hilweşandina Rêjîma Esed ve û hatina hikumeteke nû li Sûriyê, Israîlê sînorên rêkeftina 1974 derbas kiriye û tevgereke zêde li Başûrê Sûriyê dike, hikûmeta Sûriyê jî bangê li civaka navdewletî dike ji bo danîna sînorekî ji tevgera Israîlê re.