Serok Barzanî spasiya hemû beşdarbûyên şîna Ebdulwahid Barzanî dike

Serok Barzanî spasiya hemû beşdarbûyên şîna Ebdulwahid Barzanî dike

Welat TV - Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî spasnameyek belav kir, tê de spasiya hemû alî, berpirs û kesên ku beşdarî şîna Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî bûne, kir.

Di spasnameyê de Serok Barzanî bi navê xwe û hemû malbata Barzanî spasiya welatiyên herêma Kurdistanê, aliyên Siyasî, berpirsên hikûmî yên Iraq û Herêma Kurdistanê, xelkê 4 parçeyên Kurdistanê, kasayetiyên civakî, hêzên hevpeymanan, balyozên welatên cuda yên li Herêma Kurdistanê, welatên kendavê û serokên êlên Kurd û Ereban li Iraq û Sûriyê, yên ku di şînê de beşdar bûn, an jî bi rêya birûsk û peywendiyên telefonê hevxwemiya xwe anîn zimên, kir.

Di spasnameyê de Serok Barzanî hêvî kir ku hemû alî ji êş û nexweşiyan dûr bin, û Xwedayê mezin xêra hemû aliyan qebûl bike.

Serok Mesûd Barzanî di spasnameya xwe de spasiya hêzên Pêşmerge, hêzên asayîş û polîsan li ser erkê ku pê rabûne kir.