Elmanya.. YNRKS rêveberiyeke nû ku ji 17 kesan pêk tê hilbijart

Elmanya.. YNRKS rêveberiyeke nû ku ji 17 kesan pêk tê hilbijart

Welat TV - Hewlêr

Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê rêveberiyeke nû ku ji 17 kesan pêk tê li Elmanyayê hilbijart.

Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê daxuyaniya lidarxistina kongreya xwe ya sêyemîn ku 23 Tebaxa bûrî li bajarê Essen ê Elmaniya lidarxistibû, belav kir.

Tê de ragihand ku rêveberiyeke nû ku ji 17 kesan pêk tê hate hilbijartin, ji nav wan Ibrahîm Yûsif weke serokê Yekîtiyê, û Boniye Cegerxwîn, û Cemîl Ibrahîm weke çîgirên Serok hatin hilbijartin.

Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê got jî ku di kongira wê de tekezî li ser hejmarek xal hate kirin, ji wan, parastin û geşepêdana ziman û rewşenbîriya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, piştgiriya nifşên nû ji Nivîskar û Rojnamevanên behremend, her weha piştgiriya hebûna jinê di nav karên rewşenbîrî û Rojnamevanî de, ku ji ber vê yekê di rêveberiya nû de 35% jin hatin hilbijartin.