Şeybanî û Fîdan pêşhatên encûmena hemahingiyê ya bilind gotûbêj kirin

Şeybanî û Fîdan pêşhatên encûmena hemahingiyê ya bilind gotûbêj kirin

Welat TV - Hewlêr

Wezîrên Derve yên Sûriyê û Turkiyê pêşhatên encûmena hemahingiyê ya bilind di navbera herdu welatan de gotûbêj kirin.

Şeva bûrî Wezîrê Derve yê Sûriyê Es´ed Şeybanî û Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan li Enqerê paytexta Turkiyê civiyan.

Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand ku di civînê de, bihêzkirina peywendiyên dualî, dawîn pêşhatên encûmena hemahingiyê ya bilind di navbera Sûriyê û Turkiyê de û pêşhatên herêmî hatin gotûbêjkirin.

6 Tebaxa bûrî Şeybanî û Fîdan li Enqerê civiyan û li ser avakirina encûmena hemahingiyê ya bilind li hev kir ji bo birêvebirina hevkariya stratejîk, siyasî û abûrî di navbera herdu welatan de.