Şeybanî û Barrack li Enqerê pêşhatên deverê gotûbêj kirin
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Derve yê Sûriyê û Şandiyê Emerîka bo Sûriyê û Iraqê pêşhatên deverê û peywendiyên dualî gotûbêj kirin.
Şeva bûrî Wezîrê Derve yê Sûriyê Es´ed Şeybanî û Şandiyê Emerîka bo Sûriyê û Iraqê Tom Barrack li Enqerê paytexta Turkiyê civiyan.
Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand ku di civînê de, dawîn pêşhatên deverê û çawaniya bihêzkirina peywendiyên dualî gotûbêj kirin.
Ji aliyê xwe ve Tom Barrack da zanîn ku Şeybanî cidî ye di hewlên xwe de ji bo aramkirina rewşê li deverê.
Met late into the night with Syrian Foreign Minister @AsaadHShaibani .
— Ambassador Tom Barrack (@USAMBTurkiye) September 8, 2026
In the hours when capitals grow quiet, the real work of statecraft continues. He is tireless, clear-eyed, and serious about lowering the temperature in a region that has little margin for miscalculation.… pic.twitter.com/BsqiG6CPhr
Serdana Şeybanî bo Turkiyê tê, piştî civîna wê bi serokê Mossada Israîlê re li Urdinê ji bo kêmkirina girjiyan bi taybetî piştî êrîşa Israîlê li ser balafirxaneya Ebû Zuhûr a leşkerî li gundewarê Idlibê bi behaneya hebûna leşkerî ya Turkiyê di wê bingehê de.
Wê demê Barrack got ku ew bi tenê gavekê ji rûbirûbûneke leşkerî ya rasterast di navbera Israîl û Turkiyê de li Sûriyê dûr bûn.