Xêrxwaziya Barzanî alîkariya malbatên vegeriyayî Serê Kaniyê dike

Xêrxwaziya Barzanî alîkariya malbatên vegeriyayî Serê Kaniyê dike

Welat TV - Hewlêr

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyên mirovî pêşkêşî koçberkiriyên vegeriyayî Serê Kaniyê kirin.

Tîmên Xêrxwaziya Barzanî alîkariyên weke, xwarin, şîrê zarokan û çirayên ku li ser enerjiya rojê kar dikin pêşkêşî koçberkiriyên Serê Kaniyê yên vegeriyayî warê xwe kirin.

Endamê tîma serokatiya Sûriyê û encûmena gel Mustefa Ebdî, dema vegera nêzîkî 700 malbat ji koçberkiryên Serê Kaniyê diyar kir ku proseya vegerê bi hemahengî li gel Ewlehiya navxwe û alîkariya dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û rêxistinên Netewên Yekgirtî bi rê ve diçe.

Li gorî Mustefa Ebdî, her 3 rojan karwanekî vegerê yê koçberkiriyên Serê Kaniyê dê hebe.

Berdevkê komîteya koçberkiriyên Serê Kaniyê Mehmûd Cemîl jî ji Welat TV re da zanîn ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî soza alîkariya malbatên vegeriyayî daye û diyar kir ku hîn zêdetirî 11 hezar malbatên koçberkirî li benda vegerê ne bo Serê Kaniyê piştî 7 salan ji koçberkirinê.