Folklor û dîlanên Kurdî Festîvala Buhara Hemayê geş dike
Welat TV - Hewlêr
Komeke Folklora Kurdî bi dîlan û tabloyên hunerî û kulturî beşdarî çalakiyên Festîvala Buhara Hemayê 2026 bû û çalakiyên wê komê bûn cihê dilxweşî û balkişandina beşdarbûyan.
Berî çend rojan Festîvala Buhara Hemayê bi beşdarbûna bi sedan çalakî û aliyên cuda di nav de beşekî taybet bi çand û folklora Kurdî dest pê kir.
Di beşê Kurdî de, çand, nasname û folklora Kurdî hatin nemayişkirin û bi beşdarbûyên festîvalê hatin nasandin. Koma Kolklorî ya Kobaniyê di festîvalê de beşdar bû û hejmarek dîlan û tabloyên folklora Kurdî pêşkêş kirin û bû cihê balkişandina beşdarbûyan.
*700 hezar Kurd li Hemayê
Li gorî belgefîlma Welat TV, zêdetirî 700 hezar Kurd li Hemayê hene û xwedî rol û bandoreke berbiçav in li parêzgehê, tevî stemkarî û zordariya ku li wan dihat kirin, ew şahnaziyê bi nasnameya xwe dikin, çand, nerît û kultura xwe parastine.