Hunermenda kurd Perwaz Hisên bi penceşêrê ket

Welat TV – Hewlêr

Hunermenda kurd Perwaz Hisên bi penceşêrê ket û îro 15 Gulanê li ser rûpela xwe ya fermî di tora civakî "Facebook"ê de ew nûçe ragihand.

Hisên got: Her dem baweriya min bi qedera min û tişta ku Xwedê ji min re nivîsandiye heye.

Da zanîn: Niha ez rû bi rûyê nexweşiya pîs, penceşêra hinavan dikim, û ez di qonaxa weregirtina çareseriyê de me.

Her weha diyar kir: Li ser her tiştekî spas bo Xwedê, ji min re dûa û lavayan bikim, Xwedê we û me ji her şer û nexweşiyekê biparêze.

Perwaz Hisên jidayîkbûna Hewlêrê sala 1989an e, bi her du zimanên kurdî û erebî stranan dibêje, piştî ku di pêşbirka "Arab Idol" a li ser kanala MBC de beşdar kir û gihişt qonaxa berî dawiyê, dengê wê di hunera kurdî de belav bû û navdar bû. Niha xwediya bi dehan stran û klîpan e.