Raid Salih: Derdora 141 hezar malbatî hîn di kampên derbideriyê de li Sûriyê dijîn

Raid Salih: Derdora 141 hezar malbatî hîn di kampên derbideriyê de li Sûriyê dijîn

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Hawarçûn û Birêvebirina Karesatan Raid Salih da zanîn ku kar berdewam e ji bo girtina doseya kampan û vegerandina xelkê bo warê wan.

Raid Salih ev yek ji kenala fermî ya Sûriyê ragihand û diyar kir ku ta niha derdora 20% ji nişteciyên kampan vegeriyane warê xwe û derdora 200 kampî hatine girtin.

Salih got jî ku hejmara malbatên niha di kampan de li seranserê Sûriyê derdora 141 hezar malbatî ye û ta Êlûna sala bê doseya kampan tê girtin.

Derbarê mayîn û paşmayên şer ku ji astengiyên sereke ne li pêş vegera derbideran bo warê xwe, Salih diyar kir ku wan di sala 2025an de, derdora 130 hezar mayîn pûç kirine.

Wezîrê Hawarçûn û Birêvebirina Karesatan got jî ku wan di 8 mehên destpêkê yên 2026an de 3 milyon metrên sêcar ji kavilan li deverên ku rastî ziyanan ji ber şer hatine rakirin û diyar kir ku derdora 50 milyon metrên sêcar ji kavilan li Sûriyê hene.

10ê Adara bûrî, serokê Sûriyê Ehmed Şeri´ mersûma jimare 59 derxist ku li gorî wê mersûmê komîteyeke niştîmanî ku wezîr, parêzgar û aliyên hikûmî li xwe digire hate avakirin ji bo nûjenkirina jêrxaneyan li deverên wêranbûyî da ku astengî li pêş vegera derbider û penaberan kêm bibin.

Tevî ku kar tê kirin, lê qebareya wêranê gelek mezin e û hîn bi hezaran derbider li benda wê rojê ne ku li warê xwe vegerin û rûpela tijî êş û azar bi dawî bibe.