Hesekê.. YXCDK-R hejmarek xwendevan bi bûneya salvegera damezrandina xwe xelat kirin

Hesekê.. YXCDK-R hejmarek xwendevan bi bûneya salvegera damezrandina xwe xelat kirin

Welat TV - Hewlêr

Şaxê Hesekê yê Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî – Rojava ahengek bi bûneya salvegera 13an a damezrandina yekîtiyê li dar xist û xwendevanên serkeftî xelat kirin.

Di ahengê de, serkirdeyên Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya, aliyên siyasî, çalakvan û xwendevan û kesûkarên xwe beşdar bûn.

Serkirdeyê PDK-Sê Nafi´ Ebdela gotinek pêşkêş kir tê de tekezî li ser rola yekîtiyê di nava xwendevan û ciwanan de li Rojavayê Kurdistanê kir û got ku wê gelek bac di salên bûrî de dan. 

Berpirsê rêxistinê di sekertariya Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî – Rojava Ciwan Elî tekez kir ku ew ê li gorî qonaxa nû kar bikin ji bo xizmeta xwendevanan.

Her weha di ahengê de hejmarek tabloyên huner jî hatin pêşkêşkirin.