Serok Barzanî: Şoreşa Êlûnê doza rewa ya gelê Kurd bi gavên mezin pêş xist
Welat TV - Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî ragihand ku şoreşa Êlûnê doza rewa ya gelê Kurd bi gavên mezin pêş xist û îlhambexş bû ji xebatkarên Kurd re li parçeyên din ên Kurdistanê.
Serok Barzanî îro nameyk bi bûneya salvegera 65an a şoreşa Êlûnê belav kir û got: Şoreşa Êlûnê ji viyan û rûmeta mirovê Kurdistanî û baweriya wî bi xwe pêkhat û bingeheke bihêz û rêkxistî bû ji bo berdewamiya xebata gelê Kurdistanê û rawestiyana wî li pêş stmekarî û zordariyê.
Serok Barzanî da zanîn: Şoreşa Êlûnê bi nirxên xwe yên bilind û berxwedana serkirdayetiya wê, Pêşmerge û cemaweran doza rewa ya gelê Kurd bi gavên mezin pêş xist.
Serok Barzanî got: Şoreşa Êlûn bi rêbertiya Barzaniyê nemir, bû jêdera hêzê û îlhambexş bû ji qonaxên paşê yên xebata rizgarîxwaziya gelê me û xebatkarên Kurd re li parçeyên din ên Kurdistanê.
Di dawiyê de, Serok Barzanî rola dîrokî ya Pêşmerge û xebatkarên ku di şoreşa Êlûnê de beşdar çi kesên ku şehîd bûn û çi yên ku di jiyanê de mane bilind nirxand û got: Ew cihê şanaziyê ne.