Mesrûr Barzanî: Şoreşa Êlûnê destkeftên dîrokî pêk anîn

Mesrûr Barzanî: Şoreşa Êlûnê destkeftên dîrokî pêk anîn

Welat TV - Hewlêr

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mserûr Barzanî di salvegera şoreşa Êlûnê de ragihand ku hemû pêkhatên olî û netewî yên Kurdistanê di wê şoreşê de beşdar bûn û destkeftên dîrokî pêk anîn.

Mesrûr Barzanî îro di nameyekê de got: Di salvegera 65an a Şoreşa Êlûnê de bi rêbertiya Barzaniyê Nemir bi rêzdarî hemû Pêşmerge, xebatkar, têkoşer û hemû beşdarbûyên wê şoreşa cemawerî bi bîr tînin.

Mesrûr Barzanî da zanîn ku şoreşa Êlûnê de hemû pêkhatên olî û netewî yên Kurdistanê beşdar bûn û gelek û destkeftên dîrokî pêk anîn, di serî de, neçarkirina rêjîma Iraqê ya wê demê ku li gorî rêkeftina 11 Adarê danpêdanê bi mafên gelê Kurdistanê bike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi vê bûneyê tekez kir ku divê hêz û aliyên Kurdistanî yekhelwest bin ji bo parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û destkeftên niştîmanî.

Di dawiyê de, Mesrûr Barzanî pîrozbahî bi vê bûneyê pêşkêş kirin û silav li giyanê şehîdên şoreşa Êlûnê û hemû şehîdên Kurdistanê kir.