Proseya xwendinê li bajarê Hesekê hîn dest pê nekiriye

Proseya xwendinê li bajarê Hesekê hîn dest pê nekiriye

Welat TV - Hewlêr

Sala nû ya xwendinê li Sûriyê dest pê kiriye, xwendevan û malbatên xwe li bajarê Hesekê ji pêşeroja proseya xwendinê li bajêr dilgiran in.

Welat TV pirsa rewşa dibistanên Hesekê ji mamoste û karmendên karta xwendinê kir, rewş dijwar e û proseya xwendinê li bajêr rawestiyaye.

Şukrî Ehmed ku ev 25 sal in mamosteyê li dibistanên Hesekê ji Welat TV re îro da zanîn ku li bajêr pirrtûk û karmendên karta xwendinê kêm in û dibistanên ku ji aliyê ”rêveberiya xweser” a hilweşandî ve dihatin birêvebirin hîn nehatine radestkirin bo hikûmetê.

Ehmned got jî: Hîn mîkanîzmên destnîşankirina waneyên zimanî Kurdî li bajêr di sala nû ya xwendinê ne zelal in.

Yek ji karmendên karta xwendinê li Hesekê ku nexwest navê wî were eşkerekirin got: Pirtûk û alavên xwendinê li bajêr gelekî kêm in û jêrxaneya piraniya dibistanan xerab e û ne guncaw e ji bo xwendevanan.

Li gorî wî karmendî, Ta niha mamoste ji bo dibistanan nehatine destnîşankirin.

Ji ber rewşa dibistanan a xerab û zelalnebûna pêşeroja xwendinê êdî hin welatî berê xwe didin dibistanên taybet, lê ew dibistan salane 500 dolar ji her xwendevanekî werdigirin ku ev gujm gelekî bilind e li gorî dahatên welatiyan.

Li gorî jêderên xwecihî îsal qistên dibistanên taybet bi rêjeya 25% zêde bûye berawerdî bi sala bûrî re.

Li gorî pisporên di warê xwendinê de, rewşa karta xwendinê li Hesekê eger bi vî awayî berdewam bike dê bi hezran zarok ji mafê xwendinê bêpar bibin.