Ehmed Murad: Hîn navên dibistanên ku dê zimanê Kurdî lê were xwendin bi temamî nehatine belavkirin
Welat TV - Hewlêr
Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Encûmena Gel a Sûriyê Ehmed Murad ji Welat TV re ragihand ku hîn lîseteyên navên dibistanên dê zimanê Kurdî lê were xwendin bi temamî nehatine belavkirin.
Ehmed Murad da zanîn jî ku li her deverekê ku rêjeya Kurdan lê berçav be, dê waneyên zimanê Kurdî werin dayîn.
Murad her weha diyar kir ku di lîsteya navên dibistanên dê zimanê Kurdî lê were xwendin de, navên gundan ên Kurdî hatine bikaranîn.
Şeva bûrî Wezareta Perwerdeyê lîsteyên navên dibistanên dê zimanê Kurdî lê were xwendin belav kirin, wan lîsteyan 938 dibistan li 4 parêzgehan li xwe digirtin, navên dibistanên Kobaniyê tê de tune bûn.
►Her weha bixwîne.. Zimanê Kurdî li 938 dibistanan li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê dê were xwendin