Nûredîn Ehmed: Dewlet rê nade tu kesî ku gefê li aştiya civakî bike

Nûredîn Ehmed: Dewlet rê nade tu kesî ku gefê li aştiya civakî bike
Nûredîn Ehmed: Dewlet rê nade tu kesî ku gefê li aştiya civakî bike

Welat TV - Hewlêr

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed ragihand ku dewlet rê nade tu kesî ku gefê li aştiya civakî bike.

Nûredîn Ehmed di daxuyaniyekê de got ku ew bi tundî tawana hovane ku bû sedema jiyanjidestdana "Samî Şêxmûs Hiso" şermezar dikin, û ev tawan êrîşeke li ser ewlehiya civakê û pîroziya jiyana hemûm welatiyan.

Her weha got ku ew tekez dikin ku xwîna tevaya xelkê parêzgeha Hesekê û welatiyan parastî ye û ewlehiya wan berpirsyariya dewletê ye.

Parêzgarê Hesekê da zanîn ku wan raspardeyên pêwîst bo dezgehên ewlehiyê û dadgehî derxistine, ku bi şêweyekî bilez kar li ser girtina encamderên tawanê bikin, da ku bo dadgehê werin veguhestin û bigihin sizaya xwe ya dadmend li gorî yasayê.

Nûredîn Ehmed di dawiyê de got ku ew tekez dike ku dewlet berdewam e di çespandina ewlehî û aramiyê de û rê nade tu alî û kesan ku ewlehiya welatiyan têk bidin û gefê li aştiya civakî bikin.