Di şewata zîndana Kobaniyê de 26 bûne qurbanî
Welat TV - Hewlêr
Bêtirî 25 kesan bûne qurbaniyên şewata Zîndana navendî li bajarê Kobaniyê.
Berbanga îro agir girte zîndana bajarê Kobaniyê, li gorî zanyariyên destpêkî di encamê de 9 girtiyan canên xwe ji dest dan û nêzîkî 17ê din rastî rewşên tengbûna henaseyê hatin û bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.
Ta niha sedemên diyar yên vê şewatê nehatine diyarkirin û tu daxuyaniyên fermî jî belav nebûne.