Nerazîbûn dijî bilindkirina nirxên sotemeniyê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê derketine

Nerazîbûn dijî bilindkirina nirxên sotemeniyê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê derketine

Welat TV - Hewlêr

Nerazîbûnên berfireh li dijî bilindkirina nirxên sotemeniyê li hin deverên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê derketine, rê hatin giritn û li hin deveran girjî jî çêbûn.

Îro li gundê Girê Hokan li gundewarê bajarê Girkê Legê xelk li dijî bilindkirina nirxên sotemeniyê derketin, agir bi tekeran xist û rê li pêş tevgera tankerên petrolê girt.

Li başûrê Hesekê jî hejmarek welatî agir bi tekeran xist û rê li pêş tevegera tankerên petrolê girt.

Her weha li bajarokê Til Temirê jî xelkê xwepêşandanek li dar xist û rê girt û banga kêmkirina nirxên sotemeniyê kir.

Li dever û parêzgehên Sûriyê bi taybetî li Reqa û Dêra Zorê xwepêşandan hatin lidarxistin û xelkê rê li pêş tevgera tankerên petrolê girtin û girjî li hin deveran derketin.

Ev xwepêşandanên berfireh û nerazîbûnan tên piştî bilindkirina nirxên sotemeniyê li Sûriyê bi rêjeya di navbera 25 – 40% de.