Encûmena Gel rûniştineke lêbihîstinê bo Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyê li dar dixe
Welat TV - Hewlêr
Ji ber bilindbûna nirxên sotemeniyê, Encûmena Gel rûniştinekê lêbihîstinê bo Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyê li dar dixe.
Encûmena Gel ragihand ku roja Pêncşema bê demjimêr 12ê nîvro, rûniştinek lêbihîstinê bo Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyê dê were lidarxistin.
Encûmenê da zanîn jî, armanc ji vê rûniştinê ew e ku wezareta Enerjiyê sedemên bilindkirina nirxên berhemên betrolê diyar bike, û çi merc li ber çav hatin girtin di dema destnîşankirina nirxên dawî yên sotemeniyê de.
Encûmena Gel diyar kir, ku serokê komîteya Enerjiyê daxwaza vê rûniştinê kir û ji bo gengeşekirina nirxên sotemeniyê ku 13 vê mehê hatin destnîşankirin.