Belgefîlma "Serxet û Binxet" li Hewlêrê hate nimayişkirin

Welat TV - Hewlêr

Belgefîlma "Serxet û Binxet" li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hate nimayişkirin.

Nimayîşkirina Belgefîlma "Serxet û Binxet" ji aliyê Nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya, PDK-Sê ve bi rê ve çû.

*Navrok

Derhênerê Belgefîlma "Serxet û Binxet" Mihemed Hacî Qadir ji Welat TV re behsa naveroka belgefîlmê kir û got, Serxet û Binxet wate Bakur û Rojavayê Kurdistanê ye ku di rêya rêkeftina Sykes–Picot re beriya 100 salî Kurdistan hat perçekirin û cudakirin û sînor hatin danîn.

Mihemed Hacî Qadir diyar kir ku belgefîlm, cudabûna di navbera Kurdistanê de çêbûye, Qamişlo û Nisêbîn ku bajarek bûn, di rêya wan sînorên çêkirî re bû du bajarên cuda û malbat ji hev cuda kirin, dide diyarkirin.

Di wê çalakiyê de bi dehan ji serkirde, kesayetiyên siyasî û civakî û penaberên Rojavayê Kurdistanê amade bûn, beşdarbûyan tekez kir ku belgefîlmên weha ji nifşên nû re girîng in û dîroka perçekirina Kurdistanê belge dike.