Sizaya zîndankirina 60 salî dermafê berpirsekî rêjîma Esed li Emerîka derket
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Dadê ya Emerîka sizaya zîndankirina 60 salî dermafê berpirsekî berê yê rêjîma Esed a hilweşandî derxist.
Wezareta Dadê ya Emerîka ragihand ku wê sizaya zîndankirina 60 salî dermafê Semîr Şêx rêveberê girtîgeha Edra li Şamê ji 2005 ta 2008an û parêzgarê Dêra Zorê ji 2011 ta 2013an, derxist.
Wezaretê da zanîn ku Semîr Şêx dema rêveberê girtîgeha Edra bû di êşkencedana girtiyan de beşdar bû û binpêkirin dermafê mirovan encam dane û derew li berpirsên koçberiyê li Emerîka kiriye da ku derbasî Emerîkayê bibe.
Semîr Şêx sala 2020an ji Sûriyê derket û çû Emerîka, sala 2024an li Emerîka hate girtin û ji wê demê ve dihat dadgehkirin.
Semîr Şêx 74 salî ye, ji 2005 ta 2008an girtîgeha Edra li Şamê bi rê ve dibir, piştre bû serokê şaxê ewlehiya siyasî li Şamê û sala 2011 ta 2013an jî parêzgarê Dêra Zorê bû.