Tevî rêkeftinan.. Xelkê gelek gundên Kurdî li Girê Spî û Eyn Îsa rastî êrîşan tên
Welat TV - Hewlêr
Welatiyên Kurd ên devera Girê Spî û navçeya Eyn Îsa rastî astengî û êrîşan ji aliyê grûpeke çekdar ve tên.
Jêderên xwecihî ji Welat TV re da zanîn ku ev demeke grûpeke çekdar ku berê bi ser çekdarên bi navê “artêşa niştîmanî” ve bû, astengiyan ji welatiyên Kurdî re li gundên Girê Spî û Eyn Îsa dirust dikin û li hin gundan êrîşî xelkê hatiye kirin.
Jêderan diyar kir ku dema xelkê gundên Kurdî vedigerin warê xwe, ew grûp êrîşî wan dike û careke din wan derdixe û Kurdên ku di gundên xwe de mane jî rastî astengiyan tên, li hember wê yekê xelkê gundên Erebî vegeriyan gundên xwe.
Wan jêderan da zanîn ku di encama êrîşên wê grûpê de li ser malbatên Kurd de, birîndar hene ji bilî sivkatiya ku bi wan tê kirin.
*Birîndar hene
Li gorî jêderan, ew grûp rê nade Kurdan ku vegerin warê we da ku zeviyên wan ji xwe re biçîne.
Li gunderwarê Girê Spî xelkê gelek gundên Kurd hatine koçberkirin û hîn nikarin vegerin, weke xelkê gundên: Yabsê, Til Findir, Sûsika Rojhilatî, Kendal, Girê Sor, Mitgelit, Baqaciq, Tenûze, Bîr Timeh, Kopirlik û hin gundên din.
*Xelkê hin gundên Eyn Îsa nikarin vegerin
Her weha xelkê hin gundên Kurdî ên bi ser navçeya Eyn Îsa ve jî hîn venegeriyane warê xwe weke xelkê gundên Celga û Til Helî û hin gundên din.
*Zêdetirî 100 gundên Kurdî
Girê Spî û Eyn Îsa herdu bi ser parêzgeha Reqayê ve ne û bi tenê li Girê Spî zêdetirî 100 gundên Kurdan hene û rêjeya Kurdan li wê deverê zêdetirî 30% ye ku hejmara nişteciyên wê deverê derdora 300 hezar kes e.
Gundên Kurdan ên devera Girê Spî li gundewarê rojavayê bajêr in, ji navneda bajarê Girê Spî dest pê dikin ta sînorên birêvebirî yên parêzgeha Helebê wate devera Kobaniyê, ew gund girêdayî hev in ji rûyê cugrafî ve, piraniya wan li bakurê rêya M4 in, bi tenê çend gundên Erebî niha di nav de hene, ew jî li ser milkên Kurdan hatine avakirin, ku sala 1963yan li gorî yasaya çaksaziya çandinî zeviyên Kurdan hatin desteserkirin û li ser Ereban hatin dabeşkirin.
*Koçberkirina xelkê Girê Spî û Serê Kaniyê
Sala 2019an, piştî kontirolkirina deverên Girê Spî û Serê Kaniyê ji aliyê Turkiyê û grûpên bi ser ve yên bi navê artêşa niştîmanî, piraniya welatiyên Kurd ên herdu deveran hatin koçberkirin û li deverên Kobanî û Cizîrê belav bûn her weha derbiderî Herêma Kurdistanê û welatên din bûn.
Koçberkiriyên wan deveran niha di rewşên zehmet de dijîn û hêviya wan ew e ku jîngeheke ewleh û guncaw çêbibe ji bo vegera wan. Ku piştî rêkeftina 29ê Çileyê hin koçberkiriyên Serê Kaniyê vegeriyan warê xwe lê hîn koçberkiriyên Girê Spî venegeriyane.