Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya Helestvan Diya Ciwan xelat kir

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya Helestvan Diya Ciwan xelat kir
Xelatkirina helbestvan Diya Ciwan li kampa Domîz

Welat TV - Hewlêr

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya, Roja Zimanê Kurdî, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê vejand.

Li kampa Domîz a penaberên Rojavayê Kurdistanê li parêzgeha Duhokê, Yekîtiyê di ahanga vejandina Roja Zimanê Kurdî de helbestvana kurd Diya Ciwan xelat kir.

Di ahangê de weke rêzgirtin ji kar û xebata helbestvan Diya Ciwan re, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya xelata xwe ya salane bi wê bexşî û karê wê di dewlemedkirina pirtûkxaneya kurdî de bilind nirxand.

Qamişlo Roja Zimanê Kurdî vejand

Li bajarê Qamişlo jî, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya Roja Zimanê Kurdî vejand.

Serokê yekîtiyê Ebdulhekîm Mihemed, behsa rola zimên di pêşxistina şaristanî û gelan de kir Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya Ebdulhekîm Mihemed tekez kir ku ziman bingeha damezrandina her qewereyeke siyasî ye.

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, Nimet Dawûd di gotara xwe de got: Bingeha her gelekî ji zimên dest pê dike, û divê em zimanê xwe di her warekî de bi kar bînin ne tenê di stran û helbestan de.

Roja Zimanê Kurdî

Di 15ê Gulana 1932yan de yekem hejmar ji Kovara Hawar a wêjeyî hat çapkirin, ev roj weke Roja zimanê Kurdî hat hilbijartin û salane ji aliyê Kurdan ve tê pîrozkirin. Kovara Hawar a ku li ser destê Mîr Celadet Bedirxan li Şama paytexta Sûriyê hatiye damezrandin, 23 hejmarên xwe yên yekem bi tîpên Kurdî yên latînî û aramî çap kirin, pişt re tenê bi tîpên latînî berdewam kir. Kovarê ta 15ê Gulana 1943yan, 53 hejmar çap kirin û pişt re rawestiya.