New York.. Şyebanî, Bin Ferhan û Fîdan pêşhatên herêmî û navdewletî gotûbêj kirin

New York.. Şyebanî, Bin Ferhan û Fîdan pêşhatên herêmî û navdewletî gotûbêj kirin

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Derve yê Sûriyê Es´ed Şeybanî, Wezîrê Derve yê Siûdiyê Fêsel Bin Ferhan û Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan li New Yorkê pêşhatên herêmî û navdewletî gotûbêj kirin.

Îro Es´ed Şeybanî, Fêsel Bin Ferhan û Hakan Fîdan di çarçoveya beşdariyê di karên gera 81ê ya komeleya giştî ya Netewên Yekgirtî li New Yorkê civiyan.

Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand ku, di civînê de, peywendiyên dualî û bihêzkirina hevkariya hevbeş di hemû waran de hatin gotûbêjkirin.

Wezaretê da zanîn ku her weha pêşhatên herêmî û navdewletî jî hatin gotûbêjkirin.