Beşar Esed bê ku gotarê pêşkêş bike beşdarî di lûtkeya Komkara Erebî de kir

Beşar Esed bê ku gotarê pêşkêş bike beşdarî di lûtkeya Komkara Erebî de kir

Welat TV - Hewlêr

Li paytexta Behrên civînên lûtkeya komkara Erebî bi dawî hatin, û Emerîka helwêsta xwe ji amadebûna Beşar Esed serokê rêjîma Sûriyê, da xuyakirin.

Li gorî daxuyaniya dawî ya ne fermî ku hatiye belavkirin, tê de tekezî li ser bidawîkirina kirîza Sûriyê û dîtina çareseriyê li gorî biryara 2254 a Netewên Yekgirtî hatiye kirin.

Beşar Esed bê ku gotarê pêşkêş bike beşdar e

Serokê rêjîma Sûriyê Beşar Esed bê ku gotarê pêşkêş bike beşdarî di lûtkeya komkara Erebî de kir.

Beşdariya Esed yekem car piştî sala 2011an tê, ku komkara Erebî beşdariya Sûriyê rawestandibû.

Di kongireke rojnamevanî de berdevkê Wezareta Derve ya Emerîkayê Vincent Martin Battle got: Helwêsta Emerîkayê li hemberî rêjîma Sûriyê zelal e, em peywendiyan li gel rêjîma Sûriyê asayî nakin, heta ku gavên rasteqîne berev bicîkirna biryara 2245 nebin.

Da zanîn: Em berdewam peywendiyan li gel Komkara Erebî dikin da ku fişarê li ser rêjîmê bikin guhertineke cidî û bi guman in ku rêjîma Sûriyê amade be ku rêkarên cidî bereb dîtina çareseriyan bavêje.