Emerîka: dahata rêjîma Esed ji bazirganiya Kiptagonê bi milyaran dolar e

Emerîka: dahata rêjîma Esed ji bazirganiya Kiptagonê bi milyaran dolar e

Welat TV – Hewlêr

Balyozxaneya Emerîkî li Sûriyê ragihand ku rêjîma Esed Sûriya kir jêdera sereke ya Kiptagonê li cîhanê.

Balyozxaneyê îro di daxuyaniyekê de ragihand, rêjîma Sûrî roleke sereke di bazirganiya ne yasayî ya madeyên hişber de dilîze serbarî hevkariyê di çêkirin û qaçaxiya wê de û bikaranîna komên çekdar ji bo bidestxistina piştevaniya lojestîk.

Serbar kir, gelek alavên berdest li cem Emerîka hene di nav de yasaya qedexekirina bazirganiya ne yasayî ya Kiptagonê ji bo jinavbirina vê bazirganiyê û qedexekirina rêjîma Esed û rêxistinên terorî ji bikaranîna sîstema darayî ya Emerîkî ji bo sipîkirina dahatên madeyên hişbir yên ne yasayî.

”Bazirganiya Kiptagonê dahata sereke ya rêjîmê ye”

Da zanîn jî, dahata rêjîmê ji vê bazirganiyê bi milyaran dolar e, bi tenê sala 2023yan, zêdetirî 250 hebên Kiptagonê ku jêdera wan deverên di bin kontirola rêjîmê de ye li welatên Ewropa û Rojhilata Navîn hatine desteserkirin.

Daxuyaniyê diyar kir, Emerîka pabend e bihêzkirina lêpirsînê derbarê çalakiyên ne yasayî yên rêjîma Esed de di nav de qaçaxiya madeyên hişbir û bandora wê ya nerênî li ser aramiya deverê.

Di dawiya Nîsanê de, Serokê Emerîka Joe Biden li ser pakêca yasayî ya bilez ku projeyasaya “Captagon 2” ya ku bazirganiya madeyên hişber a rêjîma Sûrî armanc dike, îmze kir.