Helebce bû endam di "Tora Bajarên Herî Bihêz Di Cîhanê" de
Welat TV - Hewlêr
Parêzgeha Helebceyê îro 17ê Gulanê, endamtiya xwe di "Tora Bajarên Herî Bihêz Di Cîhanê" de ragihand.
Parêzgarê Helebceyê Azad Tewfîq di daxuyaniyekê de got: Di çarçoveya hewlên berdewam bo bilindkirina navê Helebceyê li ser asta cîhanê, endamtiya wê di Tora Bajarên Herî Bihêz Di Cîhanê de hat pejirandin.
Da zanîn: Helebce weke yekem parêzgeh li ser asta Iraqê dibe endam di wê torê de, ew yek dê bibe derfetek bo bihêzkirina ciwanan, dabînkirina derfetên kar, piştevaniya karta geştûguzariyê û dê bibe cihê encamdana kongir, komcivîn û semînaran ji ber ku paytexta aştiyê ye.
Di 13ê Adara 2014an, serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku di wê demê Nêçîrvan Barzanî bû, biryar da Helebc bibe çarem parêzgeha li Herêma Kurdistanê.
Di 1988an ji aliyê rêjîma Be`sa Iraqî ve hat kîmyabarankirin, tê de 5 hezar kes şehîd bûn.