Sûriyê: Gotegotên derbarê dersînorkirina 700 hezar penaberên Sûrî ji Elmanya dûr ji rastiyê ne

Sûriyê: Gotegotên derbarê dersînorkirina 700 hezar penaberên Sûrî ji Elmanya dûr ji rastiyê ne

Welat TV - Hewlêr

Wezareta Derve ya Sûriyê da zanîn ku gotegotên derbarê dersînorkirina 700 hezar penaberên Sûrî ji Elmanya dûr ji rastiyê ne.

Rêvebera rêveberiya karûbarên koçber û penaberan a Wezareta Derve ya Sûriyê Nehla Usman ev yek ji ajansa Sana re ragihand û diyar kir ku ew berdewam in di şopandina rewşa penaberên Sûrî de li her derê.

Usman da zanîn ku ew hewl didin bi hemahingî û diyalogê li gel hikûmeta Elmanya û aliyên peywendîdar, behsa egera guhertina curên kartên niştecîbûnê bikin da ku guncaw bin li gel rewşa kesên ku bi cî bûne û tevlî civaka Elmanya bûne.

Nehla Usman got jî her weha ew kar dikin da ku derfeteke nû bo kesên ku biryarên dersînorkirinê di dermafê wan de derketine, were dan li gorî yasa û rêkarên Elmanya.

Li gorî Usman, ew li gel hemû aliyên navdewletî û welatên mêvandar di peywendiyê de ne ji bo parastina maf û rûmeta penaberan.

24ê vê mehê, şandeke Wezareta Derve ya Sûriyê li Berlînê li gel Wezareta Navxwe ya wî welatî civiya û piştre gotegot derbarê dersînorkirina 700 hezar penaberên Sûrî ji Elmanya derketin.