Romana "Zabêl" a nivîskar Ezîz Xemcivîn li Hesekê hat îmzekirin

Romana

Welat TV – Hewlêr

Şaxê Hesekê yê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya, ahenga îmzekirina romaneke nivîskar Ezîz Xemcivîn bi rêk xist.

Ahenga îmzekirinê di heman Roja Zimanê Kurdî de li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bi rê ve çû.

Bi amedebûna hejmareke helbestvan û nivîskarên kurd her weha rewşenbîr û hezkiriyên çanda kurdî, li hola Cegerxwîn a çand û hunerê, romana helbestvan Ezîz Xemcivîn a bi navê "Zabêl" hat îmzekirin.

Naveroka romanê li ser jiyana kesayetiyeke Ermenî ye, bi navê Serkîsê Kêvo ye û bi dehan çîrok û serpêhatiyên balkêş yên di serdema Osmaniyan de hene.

Ezîz Xemcivîn li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye, sala 1982an dest bi nivîsandina helbestê kiriye, heta niha gelek berhemên wî yên wêjeyî di warê helbest, alfebêya Kurdî û lêkolînê de hene.

Di sala 2019an de romana xwe ya yekem a bi nave Zêro çap kiribû.

Hin ji berhemên helbestvan Ezîz Xemcivîn

Zindana Piçûk 2005

Pejal 2006

A-Beya Kurdî 1990

Jiyana Mele Ehmedê Palo 2007

Gotinên Pêşiyan û Îdyomên Kurdî 2011

Ez li vir im 2019

Çend Bihnok Li Paxila Keserê (Helbest)

Zabêl 2024