Berlîn.. Karbirêkerê balyozxaneya Sûrî û nûnerê Herêma Kurdistanê pêşhatên herêmî gotûbêj kirin
Welat TV - Hewlêr
Karbirêkerê balyozxaneya Sûriyê li Berlînê û nûnerê Herêma Kurdistanê li Elmaniya pêşhatên deverê û doseyên hevbeş gotûbêj kirin.
Balyozxaneya Sûriyê li Berlînê ragihand ku, Îro Karbirêkerê balyozxaneya Sûriyê li Berlînê Mihemed Şûkrî û nûnerê Herêma Kurdistanê li Elmanya Dilşad Barzanî bi amadebûna Karbirêkerê balyozxaneya Iraqê li Berlînê Elî Kîlalî civiyan û di civînê de pêşhatên deverê û bandora wan li ser tevgera bazirganî û hinardekirinê hate gotûbêjkirin.
Li gorî balyozxaneyê, di civîna sêalî de, hersê aliyan behsa rola Sûriyê di piştevaniya rêyên girêdan û veguhestina herêmî re, di navbera welatên deverê de kir.