Sûriyê û Nerwêcê rewşa penaberan gotûbêj kir

Sûriyê û Nerwêcê rewşa penaberan gotûbêj kir

Welat TV - Hewlêr

Hikûmetên Sûriyê û Nerwêcê rewşa penaberên Sûrî li Nerwêcê gotûbêj kir.

Rêvebera rêveberiya koçber û penaberan ya wezareta derve ya Sûriy Nehla Osman li Oslo paytexta Nerwêcê li gel rêveberê giştî yê rêveberiya koçberiyê ya Nerwêcê Snorî Soser civiya.

Wezareta derve ya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku di civînê de, mîkanîzmên karê sîstema koçberiyê li Nerwêcê, rewşa revenda Sûrî li wî welatî û çawaniya bihêzkirina hevkarî û hemahingiya hevbeş hatin gotûbêjkirin.

Zêdetirî 20 hezar penaber û penaxwazên Sûrî li Nerwêcê dimînin, jê derdora 2500 kes hîn li bend erêkirinê ne li ser daxwaza penaxwaziyê.

Ev yek di demekê de ye, ku hikûmeta Nerwêcê mercên dana mafê penaberiyê ji Sûriyan re zehmet kirine û êdî mafê penaberiyê yekser nade.