UN: Divê mafên hemû pêkhateyên Sûriyê di destûrê de parastî bin
Welat TV - Hewlêr
Netwên Yekgirtî ragihand ku ew kar li gel hikûmeta Sûriyê dikin ji bo çareserkirina gotara kînê û hêvîdar in Sûriyê û Israîlê bigihin rêkeftineke ewlehî.
Cîgirê şandiyê taybet ê emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî bo Sûriyê Claudio Cordone ji malpera Unê re da zanîn ku rewş li Sûriyê zehmet e û ew kar li gel hikûmeta Sûriyê dikin ji bo çareserkirina gotara kînê, ku diyardeyeke cihê dilgiraniya hikûmetê û civaka sivîl e.
*”Xwendina bi zimanê Kurdî gaveke erênî ye”
Cordone diyar kir ku ew ê alîkar bin bi hikûmetê re ji bo danîna destûreke domdar ku cihê hemû kesî tê de hebe û got ku rêkeftina 29ê Çileya bûrî û xwendina bi zimanê Kurdî pêşhateke erênî ye di vê derbarê de.
Claudio Cordone behsa bûyerên li Siwêda û berava Sûriyê kir û got ku ew bûyerên tendûtûjiyê cihê mixabiniyê bûn û divê hikûmet bi rêyên destûrî kar bike da ku hemû pêkhate hest bikin ku ew beşek in ji Sûriyê.
*”Divê Sûrî hest bi dadweriyê bikin”
Cîgirê şandiyê taybet ê emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî behsa doseya dadweriya veguhêz jî kir û tekez kir ku divê Sûrî hest bi hebûna dadweriyê bikin û çarenivîsa wendabûyan were eşkerekirin.
Cordone got jî ku beşdariya jinan di hikûmeta Sûriyê de sînordar e, ku rêjeya wan di encûmena gel de 10.5% û bi tenê wezîreke jin di hikûmetê de heye ji ber wê yekê divê ku hîn gelek kar werin kirin.
*”Pêşwaziyê li rêkeftineke ewlehî dikin”
Claudio Cordone da zanîn ku Sûriyê karibû xwe ji nakokiyên herêmî dûr bixe lê kiryarên leşkerî yên Israîlê gefê li seqamgîriya Sûriyê dixwin û ew dibînin ku divê çareserî di navbera herdu aliyan de diplomatîk be.
Li gorî Cordone, ew pêşwaziyê li navbênkariyên di navbera Sûriyê û Israîlê de li ser bingeha rêzgirtinê li serweriya Sûriyê dikin û hêvîdar in Sûriyê û Israîlê bigihin rêkeftineke ewlehî.
Daxuyaniyên Cordone di demekê de tên ku hîn aramiyeke domdar li Sûriyê çênebûye, lê Netewên Yekgirtî dibêje ew ê bi hikûmeta Sûriyê re alîkar be da ku qonaxa veguhêz bi awayekî serkeftî biçe serî.