Xwepêşandanek li Hesekê bi rê ve çû

Xwepêşandanek li Hesekê bi rê ve çû

Welat TV - Hewlêr

Xwepêşandanek li taxa Xiwêran a Hesekê bi rê ve çû û hêzên ewlehiyê li taxê belav bûn.

Îro bi dehan kes li taxa Xiwêran li Hesekê piştî nimêja nîvro li mizgefta Ebû Bekir Sidîq xwepêşandanek bi rê ve bir û xwepêşander ta qada aştî li nava bajêr çûn.

Li gorî xwepêşanderan, ew daxwaza sepandina desthilata hikûmetê û vegera saziyên hikûmî li Hesekê dikin.

Sibeha îro jî, beriya xwepêşandanê hêzên ewlehiya navxwe bi hejmarek otombîl li nava taxa Xiwêran li Hesekê belav bûn.