Ziyan hene.. Israîl gundewarê Şamê armanc kir

Ziyan hene.. Israîl gundewarê Şamê armanc kir

Welat TV - Hewlêr

Droneke Israîlî otombîlek li gundewarê Şama paytexta Sûriyê armanc kir, çarenivîsa fermandarekî ”Hizbulah” a Libnanî ne diyar e.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan îro ragihand, droneke Israîlî otombîlek li nêzîk rêbendeke firqeya çaran a rêjîma Sûrî li gundewarê Şamê li ser rêya Şam – Beyrût armanc kir.

Rewangehê diyar kir, di encama êrîşê de, otombîl şewitiya û çarenivîsa kesên tê de ne diyar e, di nav de fermandarekî ”Hizbulah” a Libnanî heye.

Li gorî amarên rewangehê, ji destpêka 2024an ve, Israîl 39 êrîş li Sûriyê encam dane jê 27 esmanî û 12 bejayî bûn, di encamê de, 79 baregeh, navend, alavên leşkerî û embarên çekan hatine armanckirin, 131 çekdar hatin kuştin û 57 birîndar bûn.