Kombûna ciwanên Kurd li Girê Spî banga vegereke ewleh ji bo koçberkiriyan dike
Welat TV - Hewlêr
Kombûna ciwanên Kurd li Girê Spî hejmarek binpêkirin dermafê xelkê li devera Girê Spî belge kirin û bang li hikûmeta Sûriyê û rêxistinên mafên mirovan kir ku vegereke ewleh ji bo koçberkiriyan misoger bikin li gorî yasayan û ragihandina destûrî.
Kombûna ciwanên Kurd li Girê Spî di bîrnameyekê de ragihand ku li Girê Spî gef li xelkê tê xwarin da ku venegerin warê xwe û hejmarek êrîş li ser xelkê li navenda Girê Spî û gundên bi ser ve weke Til Exder, Bîr Timeh û Baqacaq hatine encamdan.
Bîrnameyê diyar kir ku bandora koçberkirinê û zêdegaviyan li 35 gund û bajarokên deverê û navenda Girê Spî bûye û got: Ew amar destpêkî ne û eger heye zêdetir bibin.
Bîrnameyê da zanîn ku zeviyên çandiniyê û malên koçberkiriyên Kurd di bin navê “Sindûqa Serweriyê” de hatine desteserkirin û ev yek demografiya deverê diguhere û derfetên seqamgîriyê di pêşerojê de kêm dike.
Kombûna ciwanên Kurd li Girê Spî bang li wezareta navxwe ya Sûriyê, komîteya mafên mirovan a Enûmena Gel û rêxistinên mafên mirovan kir ku vegereke ewleh û birûmet a derbider û koçeberkiriyan misoger bikin.
Kombûnê her weha banga parastina milkên xelkê û vegerandina milkên desteserkirî û avakirina komîteyeke yasayî ya serbixwe kir ji bo lêvegerê li giliyên girêdayî milkên ku hatine desteserkirin.
Bîrnameyê da zanîn jî ku divê lêkolînên giştgir û zelal derbarê binpêkirinên li Girê Spî çêbibin û encamderên tawanan werin sizadan, û pêkhatên deverê beşdar bin di hewlên piştevaniya hevgirtina civakî de ji bo parastina aştiya civakî.
Kombûna ciwanên Kurd li Girê Spî got jî: Divê hemû karên ne rewa weke çandina zeviyên koçberkiriyan û bikaranîna milkên wan werin rawestandin.
Di dawiyê de, kombûnê diyar kir ku seqamgîriya domdar û aştiya civakî li devera Girê Spî nayê pêkanîn eger dadwerî neyê bicîkirin û ji aliyên peywendîdar xwest ku bi erkê xwe yê yasayî û rewiştî li hember derbider û koçberkiriyan rabin da ku bi rûmet vegerin warê xwe.