Ziyan madî bûn.. 6 agir bi deverên Bakur Rojavayê Sûriyê ketin
Welat TV - Hewlêr
Dezgeha Berevaniya Sivîl a Sûrî ragihand, roja Înê 6 agir bi zeviyên çandiniyê û malan li Bakur Rojavayê Sûriyê ketin.
Berevaniya Sivîl a Sûrî li ser rûpela xwe di tora civakî ”Facbook” de ragihand, 2 agir bi berhemên çandiniyê li gundewarê Helebê ketin, di encamê de, 13 donim rastî ziyanan hatin, 4 agir jî bi giyayê hişk û malan ketin.
Li gorî Berevaniya Sivîl, tîmên wê agir vemirandin û ziyan bi tenê madî bûn.
Beriya çend rojan dezgehê plana bersivdana awarte ji bo kêmkirina bandora agir li ser berhemên çandiniyê û parastina ewlehiya xwarinê ragihandibû.