Rêjîma Sûriyê 17 welatî girtin
Welat TV - Hewlêr
Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan îro 18ê Gulanê da zanîn ku ji destpêka Gulana îsal ve rêjîma Sûriyê li deverên di bin destê xwe de 17 kes girtine.
Rewangehê got: Di 2yê Gulanê de, du welatî li Qelemona gundewarê Şamê, 2 karker li Dêr Beilbe yê Humsê, welatiyek li Dêra Zorê û welatiyek li bajarokê Xirbet Xezalê li Derayê girtin.
Da zanîn: Di 8ê mehê de 4 ji bajarokê Misêfira yê Derayê girtin. Di 9ê Gulanê de jî li bajarê Medaya yê Şamê 2 ciwan girtin.
Rewangehê eşkere kir: Di 10ê mehê de li gundewarê Humsê yê bakur 3 welatî girtin, di 13ê mehê de li Rojavayê Derayê li ser rêbendekê ciwanek girt, di heman rojê de, milîsên Îranî li bajarê Bokemal li ciwanekî da.
Rewangehê tekez kir ku girtî bê tomet hatine girtin û bi şêweyekî bêserûber hatin girtin û binçavkirin.