SEC: Kar tê kirin ji bo piştgiriya seqamgêriya elekitrîk û avê li Kobaniyê

SEC: Kar tê kirin ji bo piştgiriya seqamgêriya elekitrîk û avê li Kobaniyê

Welat TV - Hewlêr

Kompaniya Sûrî ya Elekitrîkê ragihand ku ew karên nûjenkirinê li Bendava Tişrînê dikin ji bo piştgiriya seqamgîriya elekitrîk û avê li Kobaniyê.

Kompaniya Sûrî ya Elekitrîkê îro di daxuyaniyekê de got ku tîmên wê karê nûjenkirinê li transa jimare 2 li Bendava Tişrînê dikin da ku careke din bikeve kar bi karîna 125 Mêgawat.

Daxuyaniyê diyar kir ku nûjenkirina transa jimare 2 piştgriya westgehên avê yên Helebê, westgeha Hebûba û yên Kobanî û Minbicê bike û fişarê ji ser transê jimare 1 kêm bike ji bo piştgiriya seqamgêriya tora elekitrîkê li deverê.

Li bendava Tişrînê 6 grûpên weberhênana elekitrîkê hene ku karîna wan a giştî derdora 630 Mêgawat e, di salên bûrî de ji ber şerûpevçûnan bendav rastî gelek ziyan hat.

Bendava Tişrînê jêdera sereke ya peydakirina av û elekitrîkê bo devera Kobaniyê û gundewarê wê ye.