Ji bo parastina hêlên xazê.. Hikûmeta Sûriyê gerên ewlehî li biyabanê encam dide
Welat TV - Hewlêr
Hikûmeta Sûriyê gerên ewlehî li biyabanê encam dide ji bo parastina hêlên veguhestina xazê.
Ewlehiya Navxwe ya Sûriyê îro ragihand ku hêzên ewlehiya biyabanê bi berdewamî gerên ewlehî encam dide ji bo parastina hêlên veguhestina xazê.
Li gorî ewlehiya navxwe, ew ê rêkarên tund bistîne li dijî her hewleke têkder ku saziyên niştîmanî armanc dikin.
Di dema dawiyê de, hêlên veguhestina petrol û xazê li deverên cuda yên Sûriyê rastî 3 êrîşan hatin û ziyanên mezin gihiştin wan.
Ji bilî petrol û xaza Sûrî ku bi rêya hêlên veguhstinê bo parzûngeh û westgehên elekitrîkê tê şandin, niha petrola Iraqê jî bi rêya tankeran berev berava Sûriyê diçe û bi rêya deryaya Spî tê hinardekirin.
Piştî şer û girjiyên li tengava Hurmizê ku bandoreke mezin li bazara enerjiyê ya cîhanê kir, êdî Sûriyê weke şûngireke giring ji bo veguhestina enerjiyê diyar dibe.