5 rêxistinên yasayî revandina endamên ENKSê û şewtandina nivîsgehên wê şermezar kirin
Welat TV - Hewlêr
Pênc rêxistinên mafên mirovan û saziyên yasayî revandina endamên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ”ENKS” û şewtandina nivîsgehên wê şermezar kirin.
Di daxuyaniyeke hevbeş de, Rêxistina Kurdî ji bo Mafên Mirovan li Sûriyê (DAD), Komîteya Kurdî ji bo Mafên Mirovan li Sûriyê (Rasid), Rêxistina Mafên Mirovan li Sûriyê - MAF, Rêxistina Berevaniya li Girtiyên Nêrînê li Sûriyê (Rewangeh), Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê (Nivîsgeha Yasayî) ragihand, di heyama du mehan de, çekdarên ”Tevgera Ciwanên Şoreşger” a bi ser PYDê ve, 8 endamên partiyên di nava ENKSê de revandine û 11 nivîsgehên wan şewitandine.
Amaje kir, ev ne cara yekê ye ku “Ciwanên Şoreşger” êrîşî nivîsgehên ENKSê dikin, em li pêş zincîreyeke berdewam ji binpêkirinên li dijî tevgera siyasî li deverên di bin kontrola rêveberiya PYDê de ne bi taybetî li dijî ENKSê û partiyên wê.
"Ev kiryar binpêkirin in ji mafên mirovan re"
Serbar kir, ev kiryar binpêkirin in ji mafên mirovan, azadiya raman û derbirînê û hemû yasayên parastina mafên mirovan re, bi taybetî benda 10an a Daxuyaniya Cîhanî ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî (1948) û xalên (1.14 û 5.14) yên Peymana Navdewletî ya taybet bi Mafên Sivîl û Siyasî a Neteweyên Yekgirtî (1966).
Daxuyaniyê bang li saziyên mafên mirovan kir van tawanên berdewam û rêbazkirî şermezar bikin û Partiya Yekîtiya Demokratîk "PYD" li hember van tawanan berpirsiyar bibînin.
14ê Gulanê, malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanî - Sûriya da zanîn, çekdarên PYDê agir bi nivîsgeha Rojavayî ya partiyê li Qamişlo xist.
Emîndariya Gîştî ya ENKSê şewtandina nivîsgeha Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya ”PDK-S” li Qamişlo şermezar kir û bang li Hevpeymaniya Navdewletî kir ku sînorekî ji van êrîşên PYDê re deyine.