Karwanê 4an ê koçberkiriyên Serê Kaniyê bi rê ket
Welat TV - Hewlêr
Çaremîn karwanê koçberkiriyên Serê Kaniyê, ku ji 514 malbatan pêk tê, ber bi cih û warên xwe bi rê ket.
Îro sibehê, karwanê çaremîn ê koçberkiriyên Serê Kaniyê ji kampên gundewarê Hesekê ber bi deverên xwe li Serê Kaniyê bi rê ket û zêdetirî 514 malbatan li xwe digire.
Roja Duşeme bûrî, sêyemîn karwanê koçberkiriyên Serê Kaniyê ji kampên Hesekê vegeriya cih û warên xwe û ji 511 malbatan pêk dihat.