Yekem car e.. Erebên hawirde ji Serê Kaniyê derdikevin
Welat TV - Hewlêr
Amadekarî ji bo vegera karwanekî Erebên hawirde ji Serê Kaniyê ber bi cih û warên xwe têne kirin.
Rêveberiya ragihandina Hesekê ragihand, amadekarî têne kirin ji bo derketina karwanekî malbatên erebên hawirde ji Serê Kaniyê ber bi deverên xwe têne kirin, karwan 50 malbatî li xwe digire.
Rêveberiya ragihandina Hesekê da zanîn, Erebên Hawirde dê vegerin deverên xwe li taxên Xiwêran, Neşwa, Ezîziyê li bajarê Hesekê.
Li gorî agahiyan 300 malbatên Erebên Hawirde li Serê Kaniyê hene û ev yekem karwanê vegera wan e.
Vegera erebên hawirde ji Serê Kaniyê, di çarçoveya vegera koçberkiriyên Serê Kaniyê bo cih û warên xwe tê.