Israîl armanckirina 28 hezar xal li Sûriyê û Libnanê radigihîne

Israîl armanckirina 28 hezar xal li Sûriyê û Libnanê radigihîne

Welat TV - Hewlêr 

Artêşa Israîlê ragihand ku ji 7 Cotmeha sala 2023an ve, 28 hezar xal li Sûriyê û Libnanê bombebaran kirine.

Berdevaka artêşa Israîlê Êla Wawiyê di daxuyaniyekê de diyar kir ku di 3 salên bûrî de, piştî bûyera 7 Cotemehê, artêşa Israîlê 100 hezar xal li deverê armanc kirine jê 28 hezar xal li Sûriyê û Libnanê ne.

Berdevaka artêşa Israîlê eşkere kir ku di van 3 salan de derdora 50 êrîşî ji xaka Sûriyê li dijî Israîlê hatine encamdan.

Beriya niha Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di raporteke xwe de diyar kiribû ku piştî hilweşîna Rêjîma Esed bêtirî hezar û 114 caran artêşa Israîlê derbasî xaka Sûriyê bûye û Israîlê îsal 94 êrîş li Sûriyê encam dane, ku 6 ji wan esmanî bûn, û 88 bejayî bûn.