Tirko: Xwendina teknolojî li dibistanên Sûriyê tê dan
Welat TV - Hewlêr
Xwendina teknolojî derbasî nava dibistanan li Sûriyê dibe û di qonaxa yekem de li 3 parêzgehan tê bicîkirin.
Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyê Mihemed Tirko ji medyaya fermî ya Sûriyê re ragihand ku wan li gorî mersûma jimare 183 xwendina teknolojî li kêlek xwendina giştî, pîşeyî û şer´î pejrand.
Tirko diyar kir ku wan xwendina teknolojî li parêzgehên Şam, Heleb û Himsê weke gaveke destpêkî bi cî dikin.
Li gorî Tirko, dibistanên teknolojiya dê li pêş hemû xwendevanan vekirî bin û di qonaxa yekem de, her dibistanek dê 100 xwendevanî werbigire û piştre dibistanên teknolojî li parêzgehên din jî tên vekirin.