FAO: 7.2 milyon kesî li Sûriyê rastî tunebûna ewlehiya xwarinê tên
Welat TV - Hewlêr
Rêxistina Xwarin û Çandinyê ya Navdewletî (FAO) a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve ragihand ku pêdiviya bi milyonan kes li Sûriyê bi alîkariyên mirovî heye, û ew kes rastî metirsiya kêmbûn an nebûna xwarinê tên.
Rêxistina Xwarin û Çandinyê ya Navdewletî (FAO) a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve da zanîn ku derodra 7.2 milyon kesî li Sûriyê rastî tunebûna ewlehiya xwarinê tên.
FAO di raporteke xwe de da zanîn ku niha pêwîstiya wê bi 171.5 milyon dolarî heye da ku alîkariyan bighîne 7.2 kesî li Sûriyê.
FAO got jî alîkariyên wê dê têkevin çarçoveya parastina jêderên jiyanê û bihêzkirina karînên kesên ku pêwîstiya wan bi berdewamiyê di debara jiyanê de, bikin.