Stenbol.. Şeybanî û Barrack pêûhatên herêmî û peywendiyên dualî gotûbêj kirin

Stenbol.. Şeybanî û Barrack pêûhatên herêmî û peywendiyên dualî gotûbêj kirin

Welat TV - Hewlêr

Wezîre derve yê Sûriyê û şandiyê Emerîka bo Sûriyê li Turkiyê pêşhatên deverê û peywendiyên dualî gotûbêj kirin.

Îro wezîrê derve yê Sûriyê Es´ed Şeybanî û şandiyê Emerîka bo Sûriyê Tom Barrack li bajarê Stenbol li Turkiyê civiyan.

Wezareta derve ya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku Şeyabnî û Barrack peywendiyên dualî û pêşhatên deverê gotûbêj kirin.

Wezaretê da zanîn jî ku  asoyên hevkarî û hemahingiyê di hejmarek mijarên hevbeş de û hewlên piştgiriya ewlehî û seqamgîriyê hatin gotûbêjkirin.

Ji aliyê xwe ve, Barrack di daxuyaniyekê de li ser tora ”X” da zanîn ku Sûriyê fakterekî giring e ji bo kêmkirina girjiyan li Rojhilata navîn.

9ê Êlûnê jî, Şeybanî û Barrack li Enqerê civiyan û hejmarek mijarên dualî gengeşe kirin.